Ji bo rawestandina şer, NY wê çavdêrên navneteweyî belav bike

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku, ji bo çavdêriya biryara agirbestê, NY wê çavdêrên navneteweyî li Lîbyayê belav bike.

Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku hêza NY ya li Sirtê, ji sivîl û leşkerên karbes pêk tê û ew ne hêzeke leşkerî ye.

El-Mismarî teqez kir ku derxistina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê, gerekdarî vîneke rasteqîn ji civaka navdewletî ye û da zanîn ku hebûna van hêzan, gefê li pêşeroja lihevkirina siyasî dixwe.

Di demên dawî de, komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê dest bi pêkanîna biryara rawestandina şer kiriye û çend pêvajoyên pevguhertina dîlan pêk anîne, lê dewleta Tirk û çeteyên xwe vê lihevkirinê asteng dikin.

Balyozxaneya Amerîkî li Lîbyayê, şandeya NY û ya YE gefa cezayan li aliyên ku lihevkirinê asteng dikin dixwin, lê tevî vê jî, Enqere binpêkirinên xwe dewam dike.

Back to top button