BERXWEDANA LEYLA GUVEN BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKE

Roj li pey rojê Hevseroka KCD”ê Leyla Guven çalakiya xwe bi biryardarî didomîne.
Îro jî Çalakiya Leyla Guven dikeve roja xwe ya 117’an .
Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir ku derdê AKP’ê, berxwedana HDP’ê ya ku tê kirine û got;
Em li virin û berxwedana me didome.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, di roja 117’emîn de ye.

Çalakiya koma girtiyên destpêkê ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 79’emîn de berdewam dike.

Her wiha di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehên dewleta tirk a faşîst hemû girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

DAG: EM LI VIR IN Û BERXERDANA ME JÎ DIDOM E

Doh Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî di nav de pênc endamên HDP’ê li Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.

Polîsan doh êvarî girtibûn ser çalakiyê û ji bilî Dag, çalakgerên din binçav kirin.

Lê Parlementera HDP’ê Dag li avahiya HDP’ê û pênc çalakgerên din jî li zindanê çalakiya xwe didomînin.

Piştî binçavkirina çalageran Wezîrê Karê Hindir Suleyman Soylû diyar kiribû ku wî fermana binçavkirinê daye.

Parlementera HDP’ê Dersim Dag bersiv da Soylû û got:

Tekane derdê Soylû bûye HDP û ev berxwedan.

Nîşaneya herî mezin a tecrîdê ev e ku, Wezîrê Karê Navxweyî fermanan dide dadgehan.

Lê em li vir in û berxwedana me didome.

SAZIYÊN LI WANÊ LI SER GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ HIŞYARÎ DAN

24 rêxistinên civakî û partiyên siyasî li Wanê li hev civiyan û li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

Her roj, rojev tên guhertin û wekî ku tiştek nebûbe hikûmet bêdeng e.

Ji 1’ê Adara 2019’an û şûnde 10 hezar girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne.

24 saziyan daxwazên xwe wiha rêzkirin;

Divê hikumet li gorî rêgezên sinc û pîvanên gerdûnî û neteweyî tevbigerin û bi rêk û pêk tenduristiya girtiyan kontrol bikin.

Ji bo çalakger seqet nemînin, divê teqez pêdiviyên av, xwê, şekir û karbonat û vîtamina bidin wan.

Ji bo çalakgerên ketine grevê jiyana xwe ji dest nedin, divê hemû gavên mirovî bên avêtin.

Divê desthilatdariya siyasî ji bo daxwazên Leyla Guven û hemû girtiyên ji niha ve berpirsiyariya xwe pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button