Rojên bê dê nîvê hêzên Amerîkî ji Iraqê vekişin

Li Iraqê, di van rojên bê de, wê nîvê hêzên Amerîkî yên li wir bicihkirî, werin vekişandin.

MIX

Serokwezîrê Iraqî Mistefa Kazimî ev yek di gotina xwe ya bi boneya sedsaliya damezrandina artêşa Iraqî de eşkere kir û got ku ji îro û şûn de wê Iraq ne lîstikgeha şer û pevçûnên dewletan be.

Her wiha serokwezîrê Iraqê diyar kir ku vekişîna hêzên DYA’ê ji demekê ve pêk tê û tenê jimarek wê bimîne ew jî ji bo alîkariya perwerdeyên leşkerî.

Back to top button