Vê berbangê, dagirkeran berê topên xwe da Til Temirê û gundên li bakurê navçeyê topbaran kirin.
Nûçegihanê me ragihand ku îro ji saet 4 berbangê, bi çekên giran gundê Dirdara yê tije sivîl, bû armanca êrîşên dagirkeriyê.
Ev gundê ku Til Temir bi Zirganê ve girêdide, ji gundê Mehmûdiyê û Enîq el-Hîwa yên ji hêla artêşa Tirk ve dagirkirî ne, tê topbarankirin.
Her wiha gundê el-Feka û di pişt re, baregeha Rûsyayê ya li gundê el- Hemra jî hatin topbarankirin û stasyona kehrebeyê ya li ser rêya Til Temir-Serê Kaniyê bû armanc.
Ji ber topbaranê, kehrebe li ser navçe û gundewarê wê tevdî qut bû.
Stasyona kehrebeyê li kêleka baregeha Rûsyayê ye, lê ya dawî heta niha dengê xwe nekiriye..
Di êrîşa duh a li ser gundê Mielek ê Eyn Îsayê de jî, şervanên QSDê karîbû êrîşê bişkînin û erebeyek wan biteqînin.
https://youtu.be/K8hFKl_83TU