“Hêzên Hûsî 73 binpêkirin li parêzgeha te’iz pêk anîne”

Hevbendiya Yemenî ya çavdêriya binpêkirinên mafên mirovan, bi raporekê eşkere kir, ku ji ber topbarana hêzên Hûsî li parêzgeha Te’iz a li başûrê welêt, bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Hevbendiyê diyar kir ku di navbera 1 û 19 Kanûna 2020’an de, Hûsiyan 73 binpêkirin der heqê navçeyên Sala, El-Qahîra û El-Muzefer ên girêdayî bajarê Te’iz pêk anîn.

Li gorî rapora Hevbendiyê, ji ber topbaran Hûsiyan, di nav de 6 zarok, 11 sivîl hatin kuştin û 37 birîndar bûn, her wiha ziyan gihîşt 25 avahiyên giştî û taybet.

Li gorî daneyên rêxistina Rights Radar jî, ji Adara 2015’an heta niha, ji ber armanckirina taxên sivîlan ên li Te’izê ji aliyê hêzên Hûsî ve, 691 sivîl hatine kuştin û 898 ên din jî birîndar bûne.

Back to top button