Berxwedan û çalakiyên civaka Êzidî ya li dijî peymana dagirkirina Şengalê di roja 36’an de dewam dike.
Çalakiya konvedanê ya bi slogana “Em hemû asayiş in” ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.
Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêkneyên, ewê dev ji çalakiyên xwe bernedin.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.
Endama meclîsa jin a Şengalê Mecîde Dexîl diyar kir ku heya daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.