Ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê li bajarên Ewropa çalakî hatin kirin

Bi wesîleya salvegera şehadeta sê jinên şoreşger yên Kurd ku di 9’ê Çile li Payetexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎT û desthilata AKP’ê ya faşîst de hatin şehîdxistin çalakî dewam dikin.
Ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê îro li bajarên Ewropa çalakî hatin kirin.
Di çalakiyan de banga darizandina kujeran hate kirin. Her wiha banga tevlîbûna çalakiyên di roja komkujiyê de jî hate kirin.

Li dijî komkujiya Parîsê ku sê jinên pêşeng hatin şehîdxistin, li seranserî bajarên Ewropayê çalakî pêk tên.

Yekîtiya Jinên Kurd li Almanyayê li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Dusseldorf çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin.

Di çalakiyê TJK-E’yê diyar kir ku tevî kujer eşkere ye û belge li ser komkujiyê pêşkêşî dadgeriya Fransayê hatine kirin, lê komkujî hînê bêceza tê hiştin.

Li Berlînê sê jinên şoreşger hatin bibîranîn

Li paytexta Almanya Berlînê jî Meclisa Jinan a DEST-DAN’ê her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez, bi bîr anîn.

Jinan çelenga reş li ber baylozxaneya Fransa ya Berlînê danîn û hikûmeta Fransayê şermezar kirin.

Li Creîlê her sê jinên têkoşer hatin bibîranîn

Her wiha li bajarokê Creîl a Fransayê, ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve her jinên tekoşer hatin bibîr anîn.

Jinan li ser pirek a li navenda bajêr pankartek bi nivîsa Fransî, “Milîtanên Kurd Leyla, Sakîne û Fîdan 9’ê Çileya 2013’an hatîn şehîdxistin” daliqandin.

SKB Fransa: 9’ê Çile li Parîsê em kom dibin

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê, ji bo salvegera komkujiyê daxuyaniyeke niviskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate teqez kirin ku komkujiya Parîsê di encama bazarên qirêj ên dewleta Tirk û Fransayê pêk hatiye.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê bang li her kesî kir ku ji bo kujerên komkujiyê bên darezandin, 9’ê Çile li Parîsê kom bibin.

Li Parîsê ji bo meşa 9’ê Çile afîş hatin daliqandin

Li paytexta Fransa Parîsê jî, ji bo çalakiya ku wê di salvegera komkujiya 9’ê Çileyê ya Parîsê bê lidarxistin, afîş hatin daliqandin, belavok hatin belavkirin.

Ji bo meş û mîtînga 9’ê Çileyê banga tevlîbûnê hate kirin.

Her wiha li navenda Parîsê jî bi rêya projeksiyonê sînevîzyonên li ser jiyana her sê jinên şoreşger nîşan dan.

Back to top button