Dayîkên Gerîla: Divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike û rê nede siyasetên dagirkeriyê

Dayikên Gerîla yên kantona Hesekê, êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniykê şermezar kirin û diyar kirin ku divê gelê kurd yekîtiya xwe xurt bikin.

Dayikên Gerîla yên kantona Hesekê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Daxuyanî li komîngeha Şehîd Felak ya bajarê Hesekê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êrîşên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê, îradeya Gelê Kurd hedef digire û dixwaze desthilatdariya Osmaniyan li hemû derê zindî bike.

Her wiha hate diyar kirin ku zarokên me ji bo hebûn, ziman û xaka xwe tevlî nava refên azadiyê dibin.

Dayikên Gerîla di dawiyê de bêdengiya dewletên navneteweyî li hember kirinên dewleta tirk bi ser zarokên wan şermezar kirin û bang li gelê Kurd kirin ku yekîtiya xwe xurtir bikin û rê nedin siyasetên pişaftin û dagirkeriyê.

Back to top button