“Biden McGurk ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka difikire”

Bi nêzîkbûna dema dewirgirtina Joe Biden ya serokatiya DYA ji Donald Trump re êdî, tîma xwe ya derve jî diyar dike.
Biden difikire ku Nûnerê Taybet yê Berê ê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê Brett McGurk weke gerînendeyê rojhilata navîn û bakurê Afrîka erkdar bike.

Li gorî nûçeya rojnameya New York Times, Joe Biden difikire ku Nûnerê berê yê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê yê DYA’yê Brett McGurk ji bo rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê erkdar bike.

McGurk ji ber polîtîkayên Trump yên rêdana dagirkeriya dewleta tirk li Bakurê Sûrî ji erka xwe îstifa kiribû.

McGurk di her firsendê de îşaret bi têkoşîna gelê kurd ya li dijî DAIŞ’ê dikir û piştevaniya xwe nîşan dida.

Tê payîn Biden, Nunerê Amerîka yên di dema peymana nukleerî ya bi Îranê re Wendy Sherman weke cîgirê wezîrê karê derve erkdar bike.

Bi vê pêngavê re tê texmînkirin ku Sherman careke din di vegera li peyaman nukleerî ya bi Îranê re roleke girîng bileyîze.

Tê gotin ji bo têkliyên derve ya bi Rûsya re, Biden wê Victoria Nuland yê bi rexenyên xwe yên tun a li dijî serokê Rûsya Vladimir Putîn tê naskirin erkdar bike.

Back to top button