Li komuna Mwenda bi dehan sivîl hatin kuştin

Li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) di encama êrişekê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku li komuna Mwenda ya li herêma Nordê, bi rengekî ‘hovane’ êriş hatiye kirin û herî kêm 21 sivîlî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya hêza aştiyê ya NY (Monusco) bîlançoya êrişê ya destpêkê ye, lewma jimara qurbaniyan dibe ku zêde bibe.

Ji rayedarên herêmî Donat Kîbwana bi daxuyaniyekê îdîa kir ku êriş ji aliyê Tifaqa Hêzên Demokratîk (ADF) ve hatiye kirin ku li dijî hikumetê şer dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zêdeyî dehan kes birîndar û winda ne.

ADF ku bi komkujiya li Komara Kongo ya Demokratîk tê sûcdarkirin, weke komeke serhildêr tê naskirin ku ji aliyê Misilmanên li Ûgandayê ve hatiye avakirin.

Rêxistinê ji sala 1995’an ve li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk bi cih bûye û ji sala 2014’an ve jî tenê li herêma Benî di êrişên vê rêxistinê de zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button