Parlementerên PDK’ê êrîşî parlementerekî Nifşê Nû kirin

Li Başûrê Kurdistanê, Parlamenterên PDK’ê di civîna parlamentoyê de êrîşî parlamenterekî Nifşê Nû kirin.

Îro Parlamentoya Başûrê Kurdistanê civiya û Kemal Etruşî weke wezîrê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî hate hilbijartin.

Piştî civînê parlamenterên Nifşê Nû, Komele û Yekgirtû li dijî bernameya karê civîna parlamentoyê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Bi vê yekê re di nava parlamenteran de alozî çêbû, parlamenterên PDK’ê êrîşî parlamenterê Nifşê Nû Sîpan Amêdî kir.

Serokê Fraksiyona Nifşê Nû Kazim Qadir daxuyaniyek çapemiyê da û got ku parlamenterên PDK’ê bi amûrên hesin êrîşî parlamenter Sîpan Amêdî kirin.

Serokê Fraksiyona Nifşê Nû anî ziman ku ew ê li ser daxwazên xwe bi israr bin û mafê xelkê biparêzin.

Back to top button