Şêniyên Reqayê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşiyan

Bi sedan şêniyên Reqa û Dêra Zorê bi meşên cuda êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan dan.
Nivîsgeha Karûbarên Ol û Baweriyan û Kongra Civaka Islamî ya Demokratîk jî bi daxuyaniyekê bang li NY kirin ku li hember êrîşên Tirkiyê bêdeng nemînin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bi taybet li ser Eyn Îsa, çalakî dewam dikin.

Bi sedan ji şêniyên Reqayê li dijî êrîşan meşek li dar xist û êrîşên li ser herêmê şermezar kir.

Piştî ku meş veguherî mitîngê li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Gel axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn diyar kirin ku ew dagirkeriya dewleta Tirk red dikin û teqez kirin ku ew li pişta QSD’ê ne.

Şêniyên Dêra Zorê êrîş şermezar kirin

Şêniyên gundewarên rojhilatê Dêra Zorê jî bi meşekê êrişên dewleta Tirk Li ser herêmê şermezar kirin.

”Armanca Tirkiyê ji êrîşan têkbirina aramiya herêmê ye”

Bi heman armancê Nivîsgeha Karûbarên Ol û Baweriyan û Kongra Civaka Islamî ya Demokratîk daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav de zarok, sivîl jî dibin armanca êrîşên dewleta Tirk.

Her wiha hat d estnîşankirin ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan têkbirina aramiya li herêmê ye.

Di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Back to top button