DYA..Demokrat nêzî serkeftina hilbijartina li Georgia ne

Di hilbijartina Senatoyê ya li eyaleta Georgia a DYA de, encam hêdî hêdî eşkere dibin.
Bi windakirina komarparêzan ya eyaleta Georgia re, wê di siyaseta welat de Demokrat tevahî hêzê di destê xwe de kom bikin.
Heta niha demokratan kursiyek qezenckiriye û encama giştî hîna ne diyare.

Doh ji bo hilbijartina Senato li eyaleta Georgia ya DYA hilbijartin pêk hat.

Di hilbijartina derbasbûyî de ji ber ti aliyekê rêjeya ji sedî 50 bidest ne xistibû, hilbijartin ji bo tûra 2. hatibû paşxistin.

Medya Amerîka ragihand ku berbijarê Demokrat Raphael Warnock serfirazê pêşbînkirî ye hilbijartina Civata Senatoran ya eyaleta Georgia ye.

Li gor daneyên dawî Warnock bi zêdeyî hezar dengan li pêşiya namzeta Komarparêzan Kelly Loeffler e.

Warnock jî bi peyameke vîdyoyî ji alîgirên xwe re serketina xwe ragihand.

Bi serketina Warnock, hejmara kursîyên Demokratan di Civata Senatoran de bû 49.

Di hilbijartina din de, namzetê Demokrat Jon Ossoff bi zêdetirî 16,000 dengan li pêş David Perdue yê Komarparêze.

Çavê Amerîka ji mêjve ser hilbijartina li Georgia yê bû.

Jiber ku encama vê hilbijartinê wê dîyar bike ku kîjan partî piranîya Civata Senatoran bi dest bixe.

Li gor qanûnên Amerîkî, dema her du partî di Civata Senatoran ya bi 100 kursîyan de xwedî 50 kursî bin, wê demê cîgira serok dikare dengê xwe bide ku dawî li wê rewşê bîne.

Ger ev senaryo pêk were, bi dengê Cîgira Serok Kamala Harris piranîya Civata Senatoran derbazî Demokratan dibe.

Li Civata Nûneran ya beşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî, Demokrat xwedîyê piranîyê ne, lê Komarî heta hilbijartina Georgia kontrola Civata Senatoran dikirin.

Di vê navberê de, alîgirên Trump li gelek bajaran xwepêşandan li darxistin û di navbera wan û polîsan de pevçûn derketin.

Back to top button