Alîgirên serokê Amerîkayê Donald Trump hewil didin derbasî Kongressê bibin

Alîgirên serokê Amerîkayê Donald Trump hewil didin derbasî Kongressê bibin.

Dezgehên ragihandinê yên Amerîkî ragihand ku di vê hewildanê de, di navbera alîgirên Trump û polîsên avahiya Kongressê de pevçûn derket.

Îro Çarşemê, senatoya Amerîkî ji bo dengdana li ser encamên hilbijartinên serokatiyê dicive û tê payîn Joe Biden bi fermî weke serokê Amerîkayê were ragihandin.

Lê berya vê civînê, li ser daxwaza Trump, îro alîgirên wî li Waşingtona paytext, dest bi xwepêşandanan kir.

Ji ber van xwepêşandanan li Waşingtonê, qedexeya derketina derve ji saet 18.00 heta 06.00’an hat ragihandin.

Tê zanîn di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de Joe Biden bi 306 delegeyan li beramberî 232 delegeyan jo bo Trump bi ser ket.

Back to top button