Sûdan jî ”lihevkirinên Abraham” îmze kir

Balyozxaneya Amerîka ya li Xartumê ragihand ku Sûdanê îro “lihevkirinên Abraham” bi DYA`yê re îmze kirin.

Li gorî balyozxaneya Amerîkî ya li Xartumê, Sûdanê di çarçoveya başkirina têkiliyan bi Îsraîlê re, îro bi awayekî fermî tev li “lihevkirinên Abraham” ên bi Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bû.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûdanê ragihand ku lihevkirin di serdana şandeya hikumeta Amerîka ya bi serkêşiya wezîrê gencîneyê Stephen Mnuchin de, hatiye îmzekirin.

Li gorî ajansê, wezîrê dadê yê Sûdanê Nesirudîn Ebid El-Barî lihevkirin bi wezîrê gencîneyê yê Amerîkî re îmze kiriye.

Back to top button