Meclisa Kantona Qamişlo kar û xebatên sala 2020’an bi civînekê nirxandin

Meclisa Kantona Qamişlo bi civînekê kar û xebatên sala 2020`an nirxandin û plansaziyek ji bo sala nû danî.
Her wiha Meclisa Rêveber a herêma Firatê jî civîna xwe ya salane ku ev du roj in li dar e, bi girtina rêzebiryaran bi dawî kir.

Meclisa Kantona Qamişlo civînek li bajarokê Rimêlanê ji bo kar û xebatên sala 2020`an nirxandin û plansaziyek ji bo sala nû danî.

193 delegeyên meclisa kantonê, navçe, herêm û bajarok, endamên Meclisa Rêveber, Qanûnsaz û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tev li civînê bûn.

raporên meclisên girêdayî Meclisa Kantona Qamişloyê yên aborî, tenduristî, şaredarî, kar û barên civakî û xebitandinê, parastin, çand û şopandinê hatin xwendin û ji hêla beşdaran ve hatin nîqaşkirin.

gelek pêşniyar ji hêla beşdaran ve hatin pêşniyarkirin:

ji wan

-Aktîfkirina komînan li bajarok, navçe û herêman û ji bo derbaskirina kêmasiyan û bîrokratiyê çalakkirina koordîneyê di navbera komîn û meclisan de.

-Divê tevahiya endamên meclisan di dewreyên girtî re derbas bibin.

-Divê aboriya civakî li ser astên madî û manewî were pêxistin.

-Ji bo derbaskirina kêmasiyan di girtina biryaran de divê yekitî di navbera hev du de û bi komîteyan re koordîne bikin.

-Divê tevahiya komîte û meclis tev li girtina biryarên desteyan bibin.

-Piştgiriya warê çandiniyê û pêşkêşkirina tevahiya pêdiviyên çandiniyê ji cotkaran.

-Belavkirina zanabûnê di civakê de bi rêya belavkirina çanda xweparastinê û divê ew di bone û şahiyan de neyên bikaranîn.

Di dawiya civînê de, Meclisa Tenduristî, Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê û navçeya Til Koçer û bajarokê Hilwe ji ber xebatên ku pêşkêş kirine, hatin xelatkirin.

Meclisê civîna xwe ya salane bi girtina rêzebiryaran bi dwî kir

Her wiha Meclisa Rêveber a herêma Firatê jî civîna xwe ya salane ku ev du roj in li dar e, bi girtina rêzebiryaran bi dawî kir.

Di civînê de, raporên salane yên kantonên Kobanê û Girê Spî, deste, gerînende û nivîsgehan hatin xwendin.

Di beşa duyemîn a civînê de rapora rêxistinî ya sala 2020`an hat xwendin û plansaziya sala nû hat danîn.

Hevserokê kantona Kobanê Mistefa Îno û hevserokê kantona Girê Spî Hemîd Hesen El-Ebid axivîn û destnîşan kir, ku ji bo derbaskirina kêmasiyên sala borî, divê rêbazê rêveberiyê were guhertin û rê li pêşiya genedeliyê bê girtin.

Ji biryarên ku hatin girtin:

Pêxistina saziyan, tunekirina gendeliya rêveberî û darayî, çalakkirina qanûna îstîsmarê li tevahiya saziyan, pêkanîna hinek guhertinan di hevpeymana Rêveberiya Xweser de.

Back to top button