Alîgirên Trump derbasî Kongressê bûn.. 4 kes hatin kuştin

Alîgirên Trump girt ser avahiya Kongressê û hurmeta wê binpê kir. Di şerê nava wan û polîsan de, 4 kes hatin kuştin û zêdeyî 50 kesî binçav bûn.
Trump xwe bi kursiyê ve kire teht û got hilbijartin sexte ne, lê Kongressê ew fedî kar derxist û gilînameyên wî nepejirandin.

Kongress li ber lingan çû.. hîn jî Trump ji ya xwe daneketiye.

Di serdema serokê niha yê DYA Donald Trump de, tiştê nedîtî hat dîtin..

Li Waşingtonê, duh senatoya Amerîkî ji bo dengdana li ser encamên hilbijartinên serokatiyê civiya.

Lê beriya civînê, li ser daxwaza Trump, alîgirên wî dest bi xwepêşandanan kir û derbasî avahiya (Capitol) Kongressê bûn.

Bi sedan herikîn ba avahiyê û hurmeta wê binpê kir.

Li wir şerek di navbera wan û polîsan de çêbû û ya dawî vê sibê ragihand ku 4 kes ji ber kirinên tundiyê hatin kuştin û 52 hatine binçavkirin.

Piştî derbasbûna alîgirên Trump bi çend saetan, Senatoyê rûniştina xwe bir serî û bi piraniya dengan gilînameya komarparêzan der barê hilibijartinên wîlayeta Arizona û Pennsylvania de hatin redkirin.

Trump bi daxuyaniyekê dubare hilbijartin bi yên sexte bi nav kir û mayîna xwe li ser kursî ragihand.

Ev dîmenên hêrsa alîgirên Trump, ji hêla gelek aliyan ve bûn cihê mixabiniyê.

Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama sedema vê hêrsê li desthilata heyî vegerand, ku dîrok dê her vê desthilatê bi bîr bîne û bibêje ku serokê welat her ji bo hilbijartinên rewa derew dikir.

NATO jî ev dîmen weke bûyerên mat nîşan da û serketina namezetê Demokratan Joe Biden dupat kir.

Stûnên birêveberiya Trump piştî binpêkirina hurmeta Kongressê, yek bi yek hatin hilweşandin.

Matthew Pottinger cîgirê şêwirmendê ewlehiya netewî istifa kir.

Ev jî piştî rêze-istifayên mezintirîn kesayetên Koşka Spî hat.

Li gorî navgînên ragihandinê, niha Wezîrên Amerîkî li madeyeke destûrê digirin ku Trump berî bidawîbûna hikumî wî, ji kar bixin.

Qada Amerîkî veguherî dîmenekî Hollywoodê û hîna 2 hefte ji serokê heyî re mane, gelo wê roja fermî ya erkdarkirina Biden jî bibe roja filmekî din?

Back to top button