6 çekdarên Talibanê hatin kuştin 4 jî hatin birîndarkirin

6 çekdarên Talibanê li Efxanistanê, di operasyoneke paqijkirinê de hatin kuştin.

Berdevkê polîsa herêma Bagilan a li bakurê Efxanistanê ragihand ku hêzên artêşa Efxanî roja Çarşemê li dijî çekdarên Talibanê operasyoneke paqijkirinê pêk anî.

Li gorî heman çavkaniyê, di encama operasyonê de, 6 çekdar hatin kuştin û 4 jî hatin birîndarkirin.

Her wiha hat eşkerekirin, ku di nav kesên hatinê kuştin de, 2 fermandar habûn.

Jixwe heta niha ti daxuyanî ji aliyê çekdarên Talibanê ve nehatiye ragihandin.

Back to top button