Li gundewarên Idlibê zarokek hat birîndarkirin

Li eniyên şer ên gundewarên Idlibê, di encama şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de, zarokek hat birîndarkirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh li bajarokê Mearet El-Neasan yên gundewarên Idlibê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê êrîşî hev kirin û di encamê de, zarokek hat birîndarkirin.

Hêzên hikumetê bajarokên Filêfil, Sifûhin û hin deverên din li Cebel El-Zawiyê yê Idlibê bi giranî topbaran kirin.

Çeteyan jî nuqteyên hêzên hikumetê li heman herêmê bi top û mûşekan kirin armanc.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku hêzên hikumetê deverên çeteyan li Sehil El-Xab a Hemayê da ber topan.

Back to top button