QSD: JI 1 ADARÊ VE 164 ÇETE HATIN KUŞTIN

Qonaxa dawî ya têkbirina DAIŞ’ê didome.
Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê 4 rojan eşkere kir.
Li gorî vê yekê, 164 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandina QSD’ê têkildarî derketina sivîlan ji Baxozê û operasyona dawî ji bo têkbirina DAIŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Navendê teqez kir ku, heta DAIŞ’ê têk neçe yan jî hemû çete neyên girtin wê şer nesekine.

Navendê têkildarî encamên şerê operasyona dawî ji 1 heta 4’ê Adarê ev agahî dan.

Şervanan ji baskekî ve êrîş birin ser çeteyan û hemwextî şerên dijwar 9 nuqteyên parstinê ava kirin.

Di encama van şeran de, hejmarek çete hatin kuştin.

Lê tenê kuştina 3 çeteyan bi sekavanên şervanan hat teqezkirin.

Li aliyekî din jî, şervanan operasyon pêk anî.

Di encama şerê dijwar de, şervanan 35 nuqte ava kirin û hejmareke çete hatin kuştin.

Balafiir û topavêjên Koalîsyonê jî, baregehên çeteyan bome kirin.

Li baskekî din jî, êvara 3’ê Adarê tevgera çeteyan hat dîtin.

Şervanan ew kirin hedef û şerekî dijwaer derket.

Li vir 8 çeteyên xwekuj hatin bêbandorkirin.

Di heman demê de şervanan, 3 erebeyên bombebarkirî û kamyonek ku dixwestin derbasî nuqteyên wan bibin, ji dûr ve teqandin.

Di heman êvarê de, şervanan li milekî din 5 nuqteyên parstinê ava kirin.

Di saetên nîvê şevê de, çeteyan êrîşeke dijber li ser nuqteyên şervanan pêk anî.

Şervanan erebeyek ku çete tê bûn, kirin hedef.

Di encamê de 6 çete li vê qadê hatin kuştin.

Saetên sibeha 4 Adarê jî, şer dewam dikir.

Çeteyan xwestin êrîşên dijber pêk bînin, lê belê ji aliyê şervanan ve hatin şkandin.

Di encama van şeran de, şervan bi pêş ketin û kuştina 6 çeteyan hat teqezkirin.

Li baskekî din ê operasyonê, şervanan komên ku tev digeriyan, hedef girtin.

Di encamê de 33 çete hatin kuştin û hejmarek birîndar bû.

Her wiha li milekî din jî, şervanan 6 nuqte ava kirin û li vir jî 6 çetehatin kuştin.

Heta amadekirina vê bîlançoyê jî, şerê giran rû dida.

Navenda ragihandina QSD’ê ragihand ku bi giştî

164 çete hatin kuştin.

Koalîsyonê 65 êrîşên hewayî pêk anîn.

21 baregeh, 2 tunel, 5 cihên doçka û 4 depoyên cebilxaneyê hatin rûxandin.

13 erebyên bombebarkirî û 10 ên leşkerî hatin teqandin.

11 rêyên leşkerî li çeteyan hatin qutkirin.

164 ÇETE

65 KOALÎSYON

21 BAREGEH

11 RÊ

Navendê eşkere kir ku, di van şeran de 38 şervanên birîndar û 4’an jî heta dawiyê şer kirin û şehîd bûn e.

Leave a Reply

Back to top button