Li parêzgeha Te’iz a Yemenê, di encama topbarana hêzên Hûsî de, 6 kes hatin kuştin û 7 birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecihî ragihand ku şeva borî, Hûsiyan malên sivîlan li devera El-Hîme ya li rojhilatê Te’izê dan ber topan.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Yemenî, hêzên Hûsî li heman deverê bi ser 18 malan de girt û 2 mal teqandin.
Rojnameya El-Şari’ jî diyar kir ku beriya vê topbaranê, di navbera xelkên El-Hîme û Hûsiyan de şer derketibû û 8 çekdarên Hûsî û 4 ji xelkên deverê hatibûn kuştin.
Li gorî rojnameyê, Hûsiyan dixwest xortên deverê neçar bikin tevlî wan bibin, lê piştî vî şerî ew ji deverê vekişiyan.