Li herêmên nêzî Gerîlayan PDK’ê dest bi birîna daran kiriye

Vê carê PDK’ê li rex çêkirina baregehan, li herêmên nêzî Gerîlayan dest bi birîna daran jî kiriye. 

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, çekdarên PDK’ê li herêma Qesrê û bajarokê Wertê, dest bi birîna daran kiriye.

Herêmên ku çekdarên PDK’ê daran lê dibirin ev in..

“Zînî Wertê, Çiyayê Gewe, rêze çiyayên Direb, Girê Kêle, Girê Maynesur, Girê Xanolan, gundê Welzêy, Girê Kulîtar û derdora wê.”

Her wiha li rex birîna daran, fermandarên PDK’ê ji xelkê herêmê xwestine ku bi kêfa xwe biçin û daran bibirin.

Back to top button