ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK GEFÊN ZEWAC Û REVANDINA KEÇAN LI MALBATAN DIXWIN

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê, gefên zewac an jî revandina keçan li malbatan dixwin.
Malbatên ku vê yekê red bikin jî, milkên wan desteser dikin û ji malên xwe têne derxistin.
Li aliyekî din revandin, dizî û talankirin jî didome.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, rewşa jinên Efrînê her ku diçe xerabtir dibe.

Jin ji tirsa sûcên derheqê wan de were kirin, êdî nikarin ji malên xwe derkevin.

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gefa zewaca keçan li malbatên wan dixwin.

Malbatên ku vê yekê red dikin jî, milkên wan desteser dikin û ji malên wan têne derxistin.

Heman çavkanî teqez kir ku malbat neçar dimînin keçên xwe veşêrin da ku rastî binpêkirinên çeteyan neyên.

Têkildarî heman mijarê, dîmenek li ser malparên civakî hatibû weşandin û tê de çeteyekî artêşa Tirk a dagirker destdirêjî li jinekê dike, piştî ku ew jin li hemberê derdikeve, wê li qada Azadî ya navenda Efrînê dikuje.

Di heman demê de, talankirina milkan û revandina sivîlan jî dewam dike.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker talankirina milkên şêniyên Efrînê berdewam dikin.

Çeteyan dikana şêniyê bi navê Ebdo Elî ya li ser riya Reco-Efrînê dizîn.

Her wiha li kolana Vêlat  bi ser malên şêniyan de girtin, telefonên destan ên şêniyan û milyonek lîreyên Sûrî ji xwediyê werşeyekê dizîn.

Çeteyên dagirkeriyê parêzer Mihemed Bîlal ê ji navçeya Şiyê ji mala wî ya li Efrînê revandin û hîna jî çarenûsa wî ne diyar e.

KOMÊN ÇETE SIVÎLAN DIREVÎNIN Û 100 HEZAR LÎRE JI WAN DISTÎNIN

Her wiha çeteyan li gundê Meriskê yê navçeya Şera xortê 14 salî yê bi navê Ehmed Munîr Xelîl revand.

Li gundê Bilêlko yê navçeya Reco jî, ciwanê 23 salî yê bi navê Mistefa Mihemed Hemadê  ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hat revandin.

Hat zanîn ku komên çete bi tawanên cur bi cur sivîlan direvînin.

Ji bo serbestberdana wan jî, 100 hezar lîreyên Sûrî ji wan distînin û wan berdidin.

Leave a Reply

Back to top button