Dadgeheke Iraqê fermana girtina Serokê DYA Donald Trump da

Dadgeheke Iraqê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî kuştina Fermandarê Îranî Qasim Silêmanî de fermana girtina Serokê DYE’yê Donald Trump da.

Dadgeha Lêpirsînê ya El Resafayê li gorî xala 406’an a Qanûna Ceza ya Iraqê, biryara girtina Serokê DYE’yê Donald Trump da.

Li gorî vê madeyê, cezayê mirinê li kiryarên kuştinên bi zanebûn tê ferzkirin.

Dadgehê ragihand ku lêpirsîna pêşî temam bûye, lê ji bo eşkerekirina kiryarên Iraqî yan jî biyanî yên vî sûcî, lêpirsîn dewam dike.

Di 3’yê Çileya 2020’an de li paytexta Iraq Bexdayê bi balafireke bêmirov a DYE’yê Qasim Silêmanî hatibû kuştin.

Trump çend roj piştî kuştina Qasim Silêmanî daxuyaniyek dabû û bi gotina “2 kes bi buhayekî” ji holê hatin rakirin, kêfxweşiya xwe anîbû ziman.

Back to top button