Demokratan di hilbijartina Georgia de senato xistin destê xwe

Di hilbijartina tura 2. a li eyaleta Georgia de, demokratan Senator jî bi dest xistin û di rêvebirna polîtîkaya xwe ya welat de gavek girîng bidest xistin.

Di hilbijartina Sanato ya 5’ê Çile li eyaleta Georgia de, namzetên Demokratan qezenc kirin.

Namzetê Demokratan Raphael Warnock ji sedî 50,7 li pêşberî namzeta Komarparêzan Senator Kelly Loeffeler biser ket.

Di hilbijartina duyemîn de, namzetê Demokratan Jon Ossoff ji sedî 50,3 li pêşberî rikberê xwe yê Komarparêz David Perdue biser ket.

Bi vî awayî Demokratan beşa sereke ya Kongresê, Senato jî bi dest xistin.

Dema Cîgira Serokê welat Kamala Harris dest bi karê xwe kir, wê weke serokê Senato bikeve meclisê û bivî awayî wê jimara zêde ya Senatoyan bidest bixe.

Hêjayî bibrîxistinê ye ji ber di hilbijartina 3 Mijdarê de ti aliyekê nekarîbû ji sedî 50 dengan bidest bixe, hilbijartin ji bo tura 2. mabû.

Back to top button