Cîhan li pêşberî bûyerên li ber avahiya Kongreyê matmayî maye

Dema ku ev yek li nava Amerîkayê rûdida, li seranserê cîhanê jî matmayînek zêde hebû. Bi qasî Waşîngtonê metirsî li gelek welatan hebû.

Îngilistan, Almanya, Îtalya, Fransa, Tirkiye, Spanya û bi dehan welatên din daxwaza xwinsariyê li xwepêşandêran kirin. Sazî û rêxistinên cîhanê jî bi fikar bûyer şopandin.

Li seranserê cihanê êrîşa alîgirên Donald Trump ya li ser Kongresê bi endîşe hate temaşekirin.

Ji parzemîna Asya, Ewropa, Amerîka, sazî û rêxistinên navnetewî daxuyanî hatin dayîn.

Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson helwesta welatê xwe ya li ser bûyeran eşkere kir.

Johnson dewirkirina erkê serokatiyê bi awayekî aştiyane xwedî girîngiyek jiyanî ye.

Johnson ev bûyer weke cihê şermê nîşan kir.

“Êdî encama hilbijartina heyî bipejirînin.”

Wezîrê karê derve yê Almanya bi vê bangê daxwaza bicihanîna demokrasiyê kir.

Maas got, dawî li binpêkirina demokrasiyê bênin.

Fransa jî bi gotina, ” Êrîşeke li dijî saziyên Amerîka, êrîşeke li dijî demokrasiyê” helwest nîşan da.

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte got,

Tundî, bi azadî û demokrasiyê re naguncê.

Baweriya min bi hêza saziyên DYA tê.

Serokwezîrê Spanya Pedro Sanchez her çiqasî anibe ziman ku ew bi demokrasiya li Amerîka bi barin lê dîsa hebûna fikarên xwe anî ziman.

Nûnerê Bilind yê YE Josep Borrell bûyer bi “Li dijî demokrasiya DYA êrîşek wisan ne hatiye dîtin” pênase kir.

Borrell daxwaza rêzgirtina li encama hilbijartinê kir.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî matmayîna xwe ya ji bûyerê neveşart.

Stoltenberg diyar kir ku dimenên ji Waşîngtonê mirov şoke dike.

Wezareta derve ya Tirkiyê diyar kir ku ew bi fikar bûyerê dişopînin.

Rûsiya û Îran jî bi daxuyaniyên ku weke tinazê xwe bi demokrasiya li Amerîkayê bikin, fikarên xwe anîn ziman.

Back to top button