
Serokê Neweya Nû Şasiwar Ebdulwehîd ku duh bi biryara dadgeha Silêmanî hatibû girtin, îro serbest hate berdan.
Şasiwar Ebdulwehîd 2 giliyên bi hinceta “heqaret li karmend û saziyên fermî kiriye” lê hatibû kirin.
Duh li ser giliyê îfade dabû û derbarê wî de li gorî qanûna cezayê ya Iraqê ya benda 229’an hat girtin.
Îro li ser heman mijarê gelek endamên Neweya Nû û her wiha nûçegîhanên televîzyona NRT li ber dadgeha Silêmanî hatibûn binçavkirin.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Tevgera Isleh ya Iraqî nerazîbûn nîşana biryara dadgehê dabûn û daxwaza serbest berdana wî kiribûn.