Ji sûcên ku her û her dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, revandina sivîlan û taybet a jinan e.
Çeteyan li Girê Spî 3 jinên din ên ciwan revandin.
Çavkaniyek ji herêmên dagirkirî, ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re ragihand ku çeteyên Tirkiyê li gundê Tirkman ê Girê Spî 3 jinên ciwan revandin.
Çavkaniyê, navên jinên hatine revandin wiha eşkere kirin;
Şehama Feysel El-Ebdella, Teyma Îbrahîm El-Eswed û Xewla Yasîn El-Mela.
Ev sûcên çeteyan ku ranawestin, hemû bi zanebûn û bi armanca ku sivîlan neçarî koçkirinê bikin û fidyeyan ji şêniyên hejar bixwazin, dewam in.