Dadgeha Kassel a Almanya: Alên YPG û YBŞ’ê ne qedexe ne

Dadgeha bajarê Kassel ê Almanyayê, ragihand ku alên YBŞ û YPG’ê ku polîsan berî niha di meşekê de nehiştibûn bên hildan, ne qedexe ne.

Di 7’ê Cotmeha 2017’an de, li bajarê Kasselê yê wîlayeta Hessen a Almanyayê, Kurdistaniyan xwestibûn ala Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di meşekê de hildin, lê belê polîsan nehiştibûn.

Kurdistaniyekî ku dixwest dîsa di çalakiyekê de ala YBŞ’ê hilde, li Dadgeha Birêveberî ya Kasselê li dijî polîsên Eyaleta Hessenê gilî kir.

Dadgehê biryara xwe yekser eşkere kir, ku helwesta polîsên eyaleta Hessenê neheq bû û destnîşan kir ku ne tenê ala YBŞ’ê ya YPG’ê jî ne qedexe ye.

Di Kanûna derbasbûyî de, li Eyeleta Bayern a Almanyayê jî Dadgeha Bilind biryar da ku alên YPG/YPJ’ê û bilindkirina wan ne sûc e.

Back to top button