Li Iraqê karmendekî saziya “MAG” ji ber mayîneke DAIŞ’ê hat kuştin

Li Iraqê, karmendek di encama teqîna bombeyeke bermahiyên DAIŞê de hat kuştin.

Çavkaniyeke ewlehî ya Iraqî ragihand ku li parêzgeha Nînewayê ji ber mayîneke DAIŞê, karmekdekî saziya navdewletî ya bêbandorkirina mayînan “MAG” hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike, got:

Hersê karmend Iraqî ne.

Dema saziyê mayînên DAIŞ’ê yên li Tileferê ya li rojavayê Nînewayê bêbandor dikir, ev teqîn pêk hat.

Back to top button