Xwendekarên (YYU) ên Wanê piştgirî da berxwedana Posforê

Li Tirkiyê, xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU) bi daliqandina pankart, piştgiriya xwendekarên Zanîngeha (Boğaziçi) kirin.

Ajansa nûçeyan a”Firatê” ragihand ku xwendekarên Wanê pankartên bi nivîsa “YYU, li cem Boğaziçi ye, zanîngeh ên me ne, dê bi me azad bin” li Cadeya Maraşê ya bajarê Wanê daliqandin.

Ev demeke çalakiyên nerazîbûna xwendekarên Zanîngeha Posforê li dijî biryara Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku Melih Bulu yê AKP’yî wekî emîdê Zanîngehê erkdar kiribû, li dar in.

Back to top button