Tirkiye çeteyên xwe ber bi Ewropayê ve dişîne

Dewleta Tirk a dagirker, dest bi şandina çeteyên xwe yên li Lîbyayê ber bi Ewropayê ve kiriye.

Ajansa Stîp a nûçeyan diyar kir ku 10 çeteyên dewleta Tirk, ji baregehên xwe yên li Lîbyayê derbasî Îtalyayê bûn.

Ajansê destnîşan kir ku gelê Lîbî, hebûna van çeteyan li ser xaka xwe red dikin.

Cotmeha borî, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kiribû ku 7 çeteyên Sûrî dema ji Lîbyayê berê xwe dabû Îtalyayê, di deryayê de xeniqîn.

Girêdayî aloziya Lîbî, duh serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El-Mişerî, di gel 16 serçeteyên hikumeta Wîfaqê berî da Enqereyê, lê sedema serdanê nehat eşkerekirin.

Back to top button