BOLTON: JOHN BOLTON JI BO DAIŞ’YÊN GIRTÎ ÇI DIBÊJE….?

Di wextekê de ku, DAIŞ’ê li ber têkçûna çekdarî ye, mijara DAIŞ’yên biyanî yên li gel QSD’ê girtî dibe rojev.
Herî dawî Şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê Emerîka John Bolton ragihand ku, ew ê zextê li welatên Ewropayê bike da ku welatiyên xwe vegerînin.

Nêzî hezar çeteyên biyanî û bi hezaran ji malbatên wan yên ji 49 welatanin li gel QSD’ê girtî ne.

Lê belê welatên mijara gotinê heta niha helwesteke erênî nedane pêş.

Herî dawî Ajansa Bloomberg destnîşan kir ku çarenûsa 800 heta hezar DAIŞ`iyên li gel QSD`ê hîna ne diyar e.

Şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê DYA’yê John Bolton di hevpeyvînekê li gel CBS’yê de diyar kir ku wê ne tenê DYA berpirsyariya darizandina çeteyan rake û got,

Ez bawer dikim ku yên din jî berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Em hewl didin tifaqekê li ser rewşa herêmê çêkin ku çete heta demekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di zindanan de bin.

Di meha Sibatê de Serokê Emerîka Donald Trump hişayarî dabû, Fransa, Almanya û dewletên din ku eger welatiyên xwe nebin wê werin berdan.

Trump ê vê bangê dike, wî jî vegera welatiyên emerîkî red kiribû.

Herî dawî Hevserokê Buroya Peywendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer pêşniyar kiribû ku, dadgeheke navdewletî were avakirin.

Leave a Reply

Back to top button