KCK: Berpirsê komkujiyê hikumeta Fransayê ye jî ji ber li ser rastiyê nixûmandiye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku komkujî bi fermana Erdogan û ji aliyê MÎT’ê de hate kirin. KCK’ê da zanîn berpirsyariya hikumeta Fransayê ye ku hesabê vê komkujiyê bipirse. Naxwe, wê jinên cîhanê hemû hesab ji hikumetên Fransayê bipirsin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rasthatina salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî ku 9’ê Çileya 2013’an de hatin şehîdxistin bi rêzdarî bi bîr anîn û destnîşan kir ku dewleta Tirk li welatekî Yekîtiya Ewropayê bi rengekî eşkere sûc kir, komkujî ji aliyê MÎT a Tirk ve hate plankirin û pêk anîn.

KCK’ê berpirsê komkujiyê jî hikumeta Fransayê dibîne, lewra ger Fransa îdîa dike ku ew dewleteke hiqûqê ye, neçar e ku dewleta Tirk darizîne.

KCK’ê got:

Hevrê Sakîne Cansiz yek ji damezrînerên PKK’ê bû. Ji bo PKK bibe partiyeke jinê bi roleke girîng rabû. Ji ber vê yekê Rêber Ocalan got, ‘Fîşeka li Sakîne ket, berdan min’. Ji ber ku hevrê Sara ne tenê pêşengeke tevgera azadiya jinê bû, di heman demê de pêşenga jinên cîhanê bû.

KCK’ê eşkere kir ku heta ku ev komkujî neyê ronî kirin, dewleta Tirk ji ber vê komkujiyê neyê darizandin, dewleta Fransayê wê timî bê sûcdarkirin.

KCK’ê anî ziman ku divê 9’ê Çile bibe roja bilindkirina têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê. Ne tenê jinên Kurd, jinên ji Parîsê, Fransayê, Ewropayê û tevahiya cîhanê divê bi berpirsyariyeke wiha rabin.

KCK’ê ragihand ku 2021’ê jî bi îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Ocalan, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ku ji cîhanê re pêşeng û mînak e, wê bigihêje asteke nû.

“Jinan di sala 2020’î de bi bayê azadiyê yê Sarayan cîhan hejandin.Sala 2021’ê di xeta azadiya jinê de wê bibe sala azadî û demokrasiyê ji bo tevahiya mirovahiyê. Jin wê bi ruhê xwe yê azadiyê û bi dilxwaziya xwe, mirovahiyê li her cihî bigihînin jiyaneke azad û demokratîk.”

Back to top button