Li Wanê gel ji bo yekîtiyê daketin qadan

Îro li Wanê ji bo yekitiya netewî daxuyaniyek hat dayîn. Lê polîsên desthilata faşîst a AKP’ê êrîş birin ser daxuyaniyê.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku pêwîste siyaseta kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî rabe. Ozturk da zanîn ku tecrîdkirina Rêber Ocalan jî şermeke mezin e û divê li dijî wê helwest bê nîşandan.

Faşîzma AKP-MHP’ê li Bakurê Kurdistanê ji her çalakiyek demokratîk ditirse û ji bo wê jî zexta xwe ya li ser hêzên muxalîf didomîne.

Li ser banga Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê îro xelkê Wanê
bu slogana ”Niha dema yekîtiya netewî û azadiyê ye” meşiyan.

Dewleta Tirk a faşîst ji bo meşa yekîtiya netewî asteng bike qada çalakiyê wesayitên zirxî dorpêçkir.

Lê tevî astengiyan jî xelkê Wanê bi sloganên bijî serok apo, zext nikarin me biçewisînin meşiyan. Li ser wî polîsên dagirker bi ava şit êrîşê gel kir.

Berdan Ozturk: Divê siyaseta Kurd bi rihê yekîtiyê rabe

Piştî êrîşên dagirker gel çûn ber avahiya DBP’ê derbarê Yekîtiya Netewî de daxuyaniyek da.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ger ku kurd dixwazin serbikevin divê bibin yek û got:

Divê tu Kurd xerabiyê bi Kurdekî din re neke, divê tu hêzên Kurd ji bo berjewendiyên dewletên herêmî û serdest, êrîşî tu hêzên Kurd ên din neke.

Pêwîste siyaseta kurd li her deverê bi ruhê yekîtiya neteweyî rabe û li dijî êrişan ser gelê krud rabin.

Ozturk da zanîn ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan jî şerm û rûreşiyek mezin e.

Divê hemû partiyên kurd li dijî tecrîdê rabin û xwedî helwestbin.

Back to top button