”Dixwazin wekheviya di navbera pêkhateyan de têk bibin”

Hevseroka Komeleya Tîrêj a herêma Firatê Emîra Mihemed Elî û Koçberên Serêkaniyê têkildarî êrîşên dewleta tirk û komên wê yên çete yên li ser Eyn Îsayê axivîn û gotin û xwestin hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn.

Dewleta tirk û komên girêdayî wê bi moşekên MRLS’ê êrîşî navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê dike.

Ev moşekên ku niha li Eyn Îsayê bi kar tînin, li Azarbeycanê jî hatin bikaranîn.

Sivîlên ku rêya M4 bi kar tînin ji binpêkirinên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi fikar in û teqez dikin ku baweriya wan bi hêzên Rûsyayê nemaye.

Têkildarî mijarê, Hevseroka Komeleya Tîrêj ya herêma Firatê Emîra Mihemed Elî nerînên xwe anîn ziman.

Emîra da zanîn dewleta Tirk a dagirker di serî de dixwaze pirojeya neteweya demokratîk pûç bikin û tevlîheviyan di nava herêmê de ava bikin.

Emîra bal kişand ser bêdengiya saziyên mafê mirovan û got:

“Di Serêkaniyê de çekên kimyewî yê qedexekirî dihatin bikaranîn û mafên mirovan bê deng man, îro li Eyn Îsayê cardin moşekên MRLS’ê tên bikaranîn û li beramberî vê yekê dîsa Komeleyên Mafên mirovan bê deng e û tu helwestan diyar nake”.

Koçberên ji Serê Kaniyê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk dikin

Koçberên ji Serêkaniyê jî bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan û banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kirin.

Şêniya bi navê Medîne Hesen diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê ji destpêka ku Serêkaniyê dagir kirin, ew bi darê zorê koçber kirin.

Hediya Emîn jî destnîşan kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî hewldana guhartina demografiya herêman dike da ku dagirkeriya xwe rewa bike.

Back to top button