Êrîşa li dijî avahiya Kongreyê..Polîsekî birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da

Li DYA aloziya ji ber êrîşa alîgirên Trump ya li ser avahiya Kongreyê bi dawî nebûye.
Polîsekî di encama êrîşa alîgirên Trump de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Serokê DYA yê hatî hilbijartin Joe Biden êrîşkar weke çeteyên xwemalî pênase kir.
Di vê navberê de daxwaza durxistina Trump ji erk tê kirin û ji nava partiya Komarparêzan pêla îstifayê zêde bûye.

Hilbijartina Seneto ya li eyaleta Georgia ku 5’ê Çile pêk hatî, bi serkeftina Partiya Komarparêz bi dawî bûbû.

Lê hêrsa Serokê Partiya Komarparêz Donald Trump rewşa aloz kiribû.

Bi sorkirina Trump re alîgirên wî berê xwe dan avahiya Kongreyê û dest bi têkdanê kiribûn.

Ji ber pevçûnên navbera Polîs û alîgirên Trump de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan jî birîndar bûbûn.

Polîsan ragihand ku efserê bi navê Brian Siknick hatiye kuştin û bi vê yekê heta niha di êrişa li ser avahiya Capitolê ya Kongrê de, jimara kesên mirî derket 5’an.

Biden: Yên êrîşî Kongrê kirine terorîstên xwemalî ne

Serokê DYA yê hatî hilbijartin Joe Biden jî bertek nîşanî êrîşên Trump yên li dijî saziyên Demokratan da.

Biden kesên biser avahiya Kongrê de girtî bi “terorîstên xwemalî” pênase kir û bûyer jî weke yek ji rojên herî reş binav kir.

Pelosi bang li pence kir ku Trump ji erk bigre

Li aliyekî din Demokrat zextê dikin ku Trump ji erk were girtin.

Seroka Meclisa Nuneran a DYA Nency Pelosi, ji bo Trump ji kar were girtin, ban li Cîgirê Serokê Welat Mike Pence kir ku xala 25. a Destura bingehîn pêk bîne.

Pence ji ev daxwaza demokratan red kir.

Trump: Yên tundî pêk anîne welatê me temsîl nakin

Donald Trump piştî Twitterê astengkirina wî ya bo 12 saetan bi dawî kir, peyamek bi vîdeo weşand.

Trump diyar kir ku kesên çalakîyên tundûtûjîyê li dar xistine welatê wan temsîl nakin û da zanîn ku ewê berdêla kiryarên xwe bidin.

Trump ser bûyerên li Kongresê got ku ”êrîşeke kirêt e” û dîyar ki wan dîmenan ew hêrs kirine.

Ji partiya Trump pêla îstifayan ser hev tê

Helwesta Trump ya bûyî serdema êrîşa li dijî Kongreyê di nava Komarparêzan de alozî derxistiye.

Ji nava Komarparêzan li ser hev daxuyaniyên îstifakirinê tên.

Herî dawî Wezîrên Perwerde û ragihandinê ji erka xwe îstifa kirin.

Li gorî nûçeya ajansa Reuters’ê ku spartî ji çavkaniyek nêzî hikumetê tê pêştîdin ku wê herî kêm 5 îstifayên din jî pêk werin.

Back to top button