Erdogan qeyûmê xwe li zanîngehan jî erkdar kir

Desthilata faşîst a AKP’ê piştî ku bi qeyûman sazî û şaredariyên Kurdan desteserkirin, niha jî qeyûmê xwe li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê erkdar kir. Li dijî rejîma qeyûm xwendekar ev 3 rojin di nav çalakiyan de ne û diyardikin ku ewê nehêlin Erdogan zanîngehan desteser bike.

Desthilata faşîst a AKP-Erdogan dixwaze pergala qeyûm li tirkiyê mayînde bikin.

Piştî ku desthilatdariya AKP-MHP’ê qeyûm avêt li ser saziyên kurdan 48 şaredariyên kurdan jî di nav de bi dehan sazî desteserkirin, niha jî berê xwe daye zanîngehan wan jî deste ser dike.

Erdogan kesê ku berê serokê AKP’ê yê Stenbolê bû, wek qeyûm ji bo Zanîngeha Bogazîçî ku yekemîn zanîngeha Tirkiyê ya serkeftî û muxalîf e erkdar kir.

Ev gava Erdogan a li hember zanîngeha Bogazîçî rastî bertekan hat.

Ev 3 roje xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî di navçalakiyan de ne.

Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, li avahiya rektoriya Bogazîçiyê tabelaya “Qeyûmtî” daliqandin û bang li desthilatê dikin ku ew qeyûm naxwazin.

Ev çalakî her ku diçe berfireh dibe.

Îro jî xwendekarên Zanîngeha Enqerê xwestin bi daxuyaniyekê piştgirî bidin berxwedana Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê lê rastî êrîşa polîsên Erdogan hat.

diemen biherikîne

Xwendekarên Zanîngeha Yildizteknîk a li Stenbolê jî bi daxuyaniyekî li dijî pergala qeyum derketin û diyarkirin ku pergala qeyum wê tirkiyê ber bi felaketê ve bibe.

Li Mêrsînê jî xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê bi heman armancê erkdar kirina qeyûm bi meşekî şermezar kirin.

Xwendekaran diyarkirin zanîngeh yên wan in ew “Rektorê Qeyûm ê tayînî Zanîngeha Bogaziçî hatiye kirin qebûl nakin, divê zanîngeh azad bimînin.

Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê jî bi daliqandina pankartekê piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên ku li dijî tayînkirina rektor derdikevin kirin.

Back to top button