Hikûmeta Alman ji ber têkiliyên siyasî Gurên Boz qedexe nake

Hikûmeta Alman ragihand ku faşîstên Tirk ên girêdayî desthilata AKP-MHP’ê dixwazin raya giştî û siyasetê bandor bikin. Tevî vê jî niyeta hikûmetê nîne ku faşîstên AKP-MHP’ê qedexe bike.

Di demên dawî de faşîstên Tirk ên bi navên Gurên Boz ji ber kiryarên xwe yên faşîst û piştgiriya xwe ya bi çeteyên DAIŞ ê tunderew di rojeva dewletên Ewropayê de ye.

Ev hêza tunderev a bi navê Gurên Boz van salên dawî bi destê desthilata AKP-MHP’ê xwe li welatên ewropa rêxistin dikin.

29’ê Cotmeha 2020’ê li bajarê Dîjons a Fransayê piştî êrişa li hemberî Eremeniyan û şûnde rêveberiya Parîsê biryara qedexekirina van koman dabûn.

Dewleta Swîsre û Hollandayê jî ev rêxistina navborî qedexe kirin.

Partiyên muxalîf jî bi pêşnumeyekî ji Meclisa Alman taybet jî deshilata Serokwezîrtiya Angela Merkel pê radibe xwestin ku ev koma navborî li Almanyayê jî were qedexekirin.

Lê Hikûmeta Alman ragihand ku tevî ku ew di ferqa xeteriya vê komê de ne jî lê niha ti armancekî wan ê qedexekirina vê komê nîne.

Back to top button