Îranê ketina dermanên Îngilistan û Amerîka yên li dijî Corona bo welat qedexe kir

Lîderê Olî yê Îranî Elî Xameneyî ragihand ku ketina dermanên Îngilistan û Amerîka yên li dijî vîrûsa Corona ji bo welat hatiye qedexekirin û baweriya wan bi van welatan nayê.

Elî Xameneyî li ser mijarên di rojevê de di televsiona dewletê de ji gel re axivî.

Xameneyî îşaret bi êrîşa alîgirên Trump ya li dijî avahiya Kongreyê kir û got,

Di hilbijartinên 2009’an li Îranê de, Amerîka dixwest heman şêwazê pêk bîne.

Xameneyî dazanîn ku wî biyara qedexekirina hatina derziyên Îngilistan û Amerîka yên li dijî Vîrûsa Corona daye û ev tişt anî ziman:

Baweriya min bi derziyên Amerîka û Îngilistanê nayên.

Ji ber vê hatina dermanê ji van welatan hatiye qedexekirin.

Min berê ev yek ji berpirsan re û niha jî we raya giştî re dibêjim.

Xameneyî diyar kir ku zanyarên wan li ser derziya “COVIRAN Bereket” dixebitin û niha jî dest bi testan hatiye kirin.

Back to top button