Li Hemayê, 20 leşkerên hikûmetê û 12 DAIŞ’î hatin kuştin

Li Hemayê, çeteyên DAIŞ’ê bi giranî êrîşî nuqteyên hêzên kikumeta Şamê kir.. kuştî û birîndar çebûne. 

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Miroven ragihand ku duh çeteyên DAIŞ’ê êrîşî deverên hêzên hikumeta Şamê yê li rojavayê çolistana Hemayê, kir.

Di encamê de, 20 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û deverên El-Şakûziyê û El-Rehcan ketin jêr kontrola DAIŞ’ê, her wiha ji çeteyan jî 12 hatin kuştin.

Li aliyeke din jî, balafirên Rûsî di 48 saetên dawî de zêdeyî 130 êrîşên asîmanî li ser deverên DAIŞ’ê pêk anîn.

Li Idlib û Laziqiyê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gorî heman çavkaniyê, duh li eniyên şer li gundê EL-Melaca yê Idlibê, leşkerekî hêzên hikumetê hat kuştin.

Li eniyên gundewarên Laziqiyê jî di encama êrîşên çeteyan de, endamekî hêzên hikumetê hat kuştin û jimarek hat birîndarkirin.

Li gel wê jî, Navenda Çavdêriyê eşkere kir ku çeteyên Tirkiyê li Cebel El-Zawiye yê Idlibê, 2 erebeyên hêzên hikumetê bi temamî rûxandin.

Back to top button