Norwêc daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û girtiyên din kir

Wezîra Derve ya Norwcê destnîşan kir ku wê hikumeta wan hewldanên xwe yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din bidomîne.

Wekîlê Partiya Çep a Sosyalîstî tecrîda li ser Ocalan, 18’ê Kanûna 2020’an bi pêşniyarpirseke nivîskî anîbû rojeva parlemenê.

Di pêşniyarpirsê de, ji Wezîra Derve ya Norwcê hat xwestin ku di hevdîtina xwe ya bi Tirkiyê re, parastina mafên Ocalan û girtiyên din bike.

Wezîra Derve ya Norwcê Ine Marie Eriksen Søreide tecrîda girankirî li ser Ocalan û girtiyên din jî rexne kir.

Ine Marie teqez kir ku helwesta dewleta Tirk pêşiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de asteng dike.

 

Back to top button