Çiya Firat: Dewleta Tirk amadekariyek mezin a êrîşan dike

Ji fermandarên QSD’e Çiya Firat destnîşan kir ku amadekariyeke mezin a leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve tê kirin.
Çiya Firat diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e, Eyn Îsayê dorpêç bike, lewma dixwaze parçe bi parçe gundan bi dest bixe.
Firat teqez kir ku eger êrîşek li ser herêmê çêbibe, bêguman wê QSD’e bê bervis nemîne.

Çiya Firat da zanîn ku dewleta Tirk amadekariyek mezin ji bo êrîşên dike, jimarekî mezin a çeteyan ji Lîbya û Idlibê zivirandiye û derdora Minbic, sînorê Cerablusê, Girê Spî û xeta Serê Kaniyê ew kom kirine.

Weke diyar e, êrîşên rojane li pêş çavên cîhan û garantoran li ser Eyn Îsa û herêmê hene.

Firat teqez kir ku eger ku êrîşek li ser van herêman çêbibe, bêguman wê QSD’ê bê bervis nemîne û ew ê her li ber xwe bidin.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demorkatîk/QSD Çiya Firat digel ajansa nûçeyan ANHA’yê mijar û rûdanên dawî bi taybet li navçeya Eyn Îsa diqewime û rewşa seranserî herêma Bakur Rojhilatê Sûrî nirxandin kirin.

Çiya Firat: Me Eyn Îsa radestî hikumeta Şamê nerkiriye

Firat destnîşan kir ku Enqere dixwaze parçe bi parçe gundan bi dest bixin û xwe tê de bi cih bikin, lê QSD’ê navçeya Eyn Îsa diparêze û radestî ti kesî nake.

Ji fermandarên QSD’ê Çiya Firat bal kişand li ser bêdengiya hêzên hikûmeta Şamê û Rûsyayê û ew bi bê-berprisyariyê tawanbar kir.

Çiya Firat: QSD’ê xwe dispêrê hêza xwe ya cewherî û bi gel wê bi ser bikeve

Ji Fermandarên QSD’ê Çiya Firat di dawiyê de dubare berxwedana QSDê anî ziman û ev bang li gel kir.

Back to top button