Li Amerîka hilbijartin bi dawî bû lê metirsî zêdetir bûye

Serokê DYA Donald Trump yê di hilbijartina serokatiya welat de li pêşberî Joe Biden yê Partiya Demokrat winda kirî, bi hêrsa xwe welat xistiye nava aloziyê. Êdî pêla îstifayan Komarparêzan ji hev xistiye.

Hemwextî vê, Seroka Meclisa Nûnera Nency Pelosi bi Serokê Fermanriya giştî re axivî û xwest di vê dema Trump ya li ser deshilatdariyê dimêne de li pêşberî êrîşek nukleerî hişyar bin.

20 Çile wê Serokê DYA Donald Turmp erka xwe ya serokatiyê dewrî Joe Biden bike.

Êdî polîtîkayên welat wê li gorî demokratan birêve biçe.

Lê tevî 12 roj ji bo merasîma dewirkirina erkê serokatiyî mayî li welat nearamî û tirsek zêde heye.

Seroka Nûnera Meclisan Pelosi: Li hember serokê bêdenge hişyariya êrîşek nukleerî da

Seroka Meclisa Nûnera Nency Pelosi ji bo van rojên dawî yên serokatiya Trump bê pirsgirêk û derxistina şerekê biqede bi Serokê Fermandariya Giştî yê welat Mark Milley re axivî.

Pelosi ji Milley daxwaz kir ku di vê dema serokatiya Trump de hişyar bin û ji bo êrîşeke bi çekên nûkleerî pêk neyê tevdîran bigre.

Pelosi ku ragihand ew bi Melley re axiviye, Trump ji weke “bêdenge” binav kir.

Rewşa vî serokê bêdenge ji viya metirsîdartir nedibû.

Li dijî her êrîşeke bêdenge ji bo parastina gelê Amerîka, welat û demokrasiyê tişta ji destê me were divê em bikin.

Ji ber êrîşa li ser Kongrê li nav komarparêzan pêşa îstifayê ranaweste

Piştî bûyera çarşemê ya êrîşa alîgirên komarparêzan li ser sorkirina Trump berê xwe dan avahiya Kongreyê yek jê fermberê polîsan 5 kes miribûn û bi dehan jî birîndar bûbûn.

Ev bûyer bû sedema ji nava Komarparêzan pêla îstifayan despê bike.

Cîgirê Berdevkê Koşka Spî Sarah Matthews,

Rêveberê Karê Civakî yê Koşka Spî Rickie Niceta

Û Rêvebera Taybet ya Pênûsa Melania Trump Stephanie Grisham ji erka xwe îstifa kirin.

Her wiha Wezîrên Perwerde û Ragihandinê ji erka xwe îstifa kirin.

Tê gotin, Şêwirmendê Parastina Netewî yê welat Robert O’Brien di kêliya dawiyê de ji îstifayê hatiye vegerandin.

Back to top button