Serokê Koreya Bakurî Kîm Jong-un lîsteya çekên pêşketî yên teknolojî parvekir û bivê careke din gef xwar.
Piştî 5 salan Partiya Karkeran a Kore, Kongreya xwe ya 8. lidar xist.
Li gorî nûçeya Ajansa Navendî ya Korey (KCNA), Serokê welat Kîm Jong-un di Kongrê de axivî û diya kir ku ew ji danustandinên bi DYA re amade ne lê ji bo ew bi dijmin re bikarin şer bikin, divê daneyên bihêzkirina nukleerî zêde bikin.
Kîm Jong-un careke din Amerîka weke dijminê herî sereke yê welat nîşan da û dazanîn ku kî were li ser rêveberiya Amerîka wê vê yekê nede guhertin, ji ber ku di bingehê polîtîkayên wan de ve heye.
Jong-un diyar kir ku domandina polîtîkayên wan yên bi Amerîkayê re girêdayî Waşîngotnê ye û got,
Heta welatên dijmin çekên nukleerî bikar neênin emê jî bikar ne ênin.
Kim li wê yekê mikor hat ku polîtîkayên wan yên pêşxistinê ku ji bo 5 salan hatibûn destnîşankirin encam ne girtiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kongre ya 2016’an herî dawî civiya bû, di Partiya Karkeran a Kore de saziya herî xwedî biryare.