Balefira Endonezya ku zêdeyî 50 rêwî têdebûn ket

Endonezya ragihand ku balefira peywendiya ligel wê qut bûyî li nava deryayê ketiye.

Qenala Metro Tv di nûçeyeke xwe de ragihand ku piştî rabûna balefira rêwiyan ku zêdeyî 50 rêwî li nave bi 5 dq ketiye.

Ji ber dem û agahiya ketina rêwistiyê tê texmînkirin ku balefir li nava deryayê ketiye.

Balefir ya şirketa Rêhewaya Sriwijaya ye.

Berdevkê wezareta Gihiştinê Adîta Irawatî diyar kir ku ji bo zanîna cihê balefir lê ketî ew bi Komîteya Parastina Gihandinê ya Netewî re kar dikin.

Îrîwatî dazanîn ku piştî balefir rabûyî bi 5 deqan ango saet 13:40’an êdî peywendiya li gel wê qut bûye.

Li nexweşxaneya paytext Jakarta ji bo her rewşekê bizîşk di beşa lezgîn de amade ne.

29’ê Cotmeha 2018’an jî di encama ketina balefireke Endonezya de 189 kes miribûn.

Back to top button