Çalakiya li zîndanên Tirkiyê di roja 44. de didome

Çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî ku li girtîgehên Tirkiyê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dane destpêkirin di roja 44’emîn de, didome.
Çalakiya girevabirçîbûnê ya li Kobanê jî bi daxuyaniyek bidawî bû. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navnetewî hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li tecrîdê bîne.

Çalakiya Greva Birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, ku di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan dane destpêkirin di roja 44’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li Kobanê ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî re dabûn destpêkirin di roja 7’an de bi daxuyaniyekê bidawî bû.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navnetewî hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li tecrîdê bîne.

Saziya Malbatê şehîdan di daxuyaniya xwe de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîranîn û dayirkirin ku ji bo azadiya Reber Apo ewê di her demê di nava kar û xebatê de bin.

Çalakiya pişgtiriyê ya li Mexmurê jî bi koma 12’emîn di roja 23’an de berdewam dike.

Dema ku koma 12’emîn çalakî dewr girt Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîranî.

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî greva birçîbûnê di roja 2. emîn de didome.

Greva ku 5 kes tevlî bûne wê 3 rojan dewam bike.

Back to top button