Li Minbicê li dijî dagirkeriyê konê çalakiyê hate vedan

Li bajarê Minbicê bi armanca şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker konê çalakiyê hat vedan.

Li bajarê Minbicê, bi armanca şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konê çalakiyê ji bo 4 rojan hate vedan.

Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê, nûnerên partiyên siyasî, şêx, rûspî û ciwanên şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Meclisa Pêşeroja Sûriyê yên Minbicê û Reqayê beşdarî bin çalakiyê bûn.

Kesên li bin kon axivîn bang li gelê Sûriyê kirin ku li dijî hişmendiya dewleta Tirk a dagirker bisekinin û parastina berjewendiyên xwe bikin.

Back to top button