Şehîdên komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn

Li bajarê Hesekê bi beşdarbûna bi sedan jinan, şehîdên komkujiya Parîsê hatin bibîranîn.
Li Reqayê jî bi civîn û daxuyaniyan komkujiya parîs hat şermezar kirin û her 3 têkoşer hatin bibîranîn.

Civîn bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, bi hev re jin û jiyanê biparêzin” li hola Reşo ya taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Di civînê de kesên axivîn îşaret bi têkoşîn û berxwedana wan a li dijî siyasetên çewisandina gelên bindest kirin û gotin:

Şehîdkirina her 3 jinên şoreşger hewldana têkbirina vîna gelan û ya jina azad bû.

Li Reqayê bi çalakiyan şehîdên komkujî hatin bibîranîn

Rêveberiya Jinan a Reqayê civînek bi beşdariya bi dehan ciwanên Reqa û gundewarên wê, Yekitiya Jinên Ciwan, sînavîzyonek li ser pêvajoyên jiyana her 3 têkoşeran pêşanda.

Piştre Yekitiya Jinên Ciwan, daxuyaniyek dan û weha gotin:

Armanca komkujiyê, qelskirin û têkbirîna şoreşa jinan e, her weha xwestin bi rêya şikandina vîna jina azad, şoreşa azadiyê têk bibin.

Back to top button