
Serokê nû hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden çend endamên din ên Meclisa Ewlekariya Niştimanî destnîşan kirin, di nav wan de, Brett McGurk weke koordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hat erkdarkirin.
Di daxuyaniya buroya Biden de hat diyarkirin ku rola sereke ya Meclisa Ewlekariya Niştimanî ya Koşka Spî, pêşkêşkirina şêwermendî û alîkariya serok di mijarên ewlekariya niştimanî û siyasetên derve de ye.
McGurk di dema serokatiya Obama û Trump de, gelek erkên bilind di warê ewlekariya niştimanî de hilgirtibûn û herî dawî jî weke şanderê serokatiyê yê taybet bo Koalsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, di navbera 2015-2018 de kar kiribû.